
Ez stranê berxwedané me
Ji çiyayén Dersimé ve qetiyam
Li ser birinén nemir û birindaran digerim
Bi bayé azadiyé belav dibim
Li her dewerén welaté xve
Ez strana şoreşé me
Di nava berxwedan û serhildan bilind dibim
Ewrén reş û tarî belav dikim
Esmané welaté nazdar şahî dikim
Li ser dev û lévén Keç û Xorta digerim
Ez strané azadiyé me
Agiré berxwedan û şoreşé gur dikim
Zindanan bi pélén xwe diwaren de hilweşînim
Ez bayé berxwedané me
Digerim ser deşt û zozanén azad
Girtiyekê Partizan