– Xwe bide naskirin?
– Navê min Heyoy Xabur, komîtan di Hundirê Meclisa Parastina Xabûr ya Aşûrî M.N.K.
– Di hundirê Turkiyê suryan pişgirtiya dewleta Turk digre ji bo êrîşên dewleta Turk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, çi nerina te ye?
– Em wekî gelên Aşûrî, Ermenî, Sûryanî, Keldanî. Em êrîşên dewleta Turk şermezar dikin û bi tundî red dikin dagirkeriya erdên Sûriyê, her kes yan her dewletên ku piştgirtiya vê dagirkeriyê dike Dujminê gelê me ye.
Em ji her kesîn hêvîbûn li hemberî êrîşên dagirkeriya erd û gelên me bi îradeyekî xurt bi sekine ji ber ku ev dibe tehdîdekî rastî ji bo yî berdewam kirina hebûna wekî hemû xîristiyan di bakur û rojhilatê Sûriyê de, û dîrok xwe dubare dike ji eynî insan di komkojiya giştî derheqê gelên me. Eerdogan dunya xapand di nava daxuyaniyên xwe ya ku dide xuyanê kirin ku alîkariya Eqeliyat û pêkhatiyên netewî û oldarî. Di êrîşên dawî li ser herêmên me hat xuyanê kirin ku duxwaze guhertinekî demografî di hereman de çêke.
– Ji bo yî mijarê jinê, jin berî şoreşe çawa bû û bi destpê kirina şoreşê çawa bû?
– JİN… Jin di civakên me de bi gelek hevokan hat naskirin, minak jin nikare tiştekî bike, bê guman dirok şahîde ku jin ne wisa ye, ew sembola hebûn û dayînbûnê ye, ji ber ku ew jiyan dide û em wekî jin serbilind in ku em jin in. Ema ji bo yî pirsa te li ser ku jin berî şoreşê çawa bû, ez di bêjim “rewşa jinê li gorî civaka ku ew lê dijîn diguhere. Di hin civakan ew bindest bû û li hin civakan dikare hin mafên xwe bi kar bînin lê wê nikarî bû mafên xwe bi giştî bigre dest, ema piştî şoreşê û bi taybetî piştî raghandina zagona jinê di rêveberiya xweser ya demokratik, jin mafên xwe bi tevahî di hemî aliyan de heta di aliyê xweparastinê de bi cih girt … jin li rex hevalan bi sîlah û yek xendeq di sekine ji bo parastina erd û şerefa xwe. Hêzên parastinên jin pir şehîd da… Ez bi bîr bînim şehîdên YPJ “şehîd Arîn, Avêsta, Sakîne û şamîran û wîdad şehîdên meclisa parastinên xabûr yên Aşûrî.
– Hûn wekî pêkhatiyên aşûr , çi nerîna we li ser êrîşên dewleta Turk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye?
– Em wekî pêkhatî û gelên aşûrî jiyanekî hevbeş ji sed salan ên berê bi pekhatiyên din wekî Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Kildan û Êzîdiyan jiyan kir li ser van erdan, erdên bêth nehrên, erden bav û kalan. Wekî aşûrî em vê dagirkeriya Turk ji hela Erdogan û girûpên terorîst şermezar dikin û bi tundî red dikin, ev girupên terorîst mirovahî, zarok, jin û pîran nas nake. Ev êrîş û dagirkerî komkojiyek nû derheqê gelên me yên Aşûr, Suryan, Keldan û Ermenî ye.
– Ji bo kê banga dawîn tê kirin?
– Em wekî Aşûr, em bi sedsalan li bakur û rojhilatê Sûriyê dijin û wekî pêkhatiyê rastedar, xwediyê şarestaniya ku dîrok li ser şahîde, bang li civaka navdewletî, Netewiyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mirovahî dikin ku bi lez û bez artêşa Turkiyê vekşînin ji hemû herêmên Sûriyê û li ser sûcên di dema êrîşên li dijî Sûriyê de, sûcên dijî mirovahiyê lê pirsîn veke.